Qirîza nanê li Îranê mezintir dibe

xelkê Îranê niha li gelek bajaran jiber giraniya nanê xwepîşandan dike.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê jî dilniyayî dide xelkê.

Qirîza abûrî ya li Îranê bûye sedema giranî û zêde bûna bêkariyê li vê welatî.

Di wan rojên dawî de li gelek bajarên Îranê jî jiber qirîza darayî, giranî, bêkarî û buha bûna nanê xwepîşandanên mezin hene.

Her di vê çarçoveyê de niha hikûmeta Îranê nîqaş li ser hevkarî kirina xelkê bo dabîn kirina nanê dike û duhê bişev Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand ku bila xelkê Îranê dilgiran nebe jiber ku vê bernameyek amade bikin daku nan bi awayeke erzan bigehêje destê tevahiya welatiyan.

Reîsî aniye ziman ku bo kêm kirina zextên giraniya nanê li ser xelkê vê her meh hikûmet hinek pere ku ji 300 heta 400 hezar tomanan pêk tê, bide xelkê.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.