Siûdiye li Îsraîlê sermayegozarî dike

Siûdiye bi qasî 2 miliyar dolar sermayegozarî dike.
کوردستان TV
100%

Bi rêya zavayê Serokê berê yê Amerîkayê sermayegozarî dike.

Li gor nûçeyeke rojnameya WSJ ya Amerîkî bo cara ewil Siûdiye dest bi sermayegozarî kirina raste rast li Îsraîlê kiriye.

Rojnameyê li ser zarê çend rayedarên Îsraîlî belav kiriye ku hikûmeta Siûdiyeyê bi fermana welîehd Mihemed Bin Selman biryar daye daku bi qasî 2 miliyar dolar li Îsraîlê sermayegozarî bike.

Siûdiye ev sermayegozariya han bi rêya weqfa zavayê Serokê berê yê Amerîka Donald Trump dike û li gel çend kompaniyên pîşesazî yên Îsraîlê çend projeyên hevbeş cîhbicîh dikin.

Weke tê zanîn Îsraîl û Siûdiye û çend welatên din yên Erebî sala derbasbûyî di çarçoveya rêkeftina Îbrahîm de têkiliyên xwe normal kiribûn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.