Li Wanê û derdorê jiber barîna berfeke zêde gelek rê hatine girtin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berf barî, rê hat girtin û gelek otomobîl di rê de man.
Li gor nûçeyeke basnewsê ev çend roj in li piraniya bajar û deverên Bakur, Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê baran û şilî dibare lê duhî li hinek deverên sînorî yên Kurdistanê teyrok û berf jî barî.
Yek ji wan deverên ku berfek baş lê barî, devera Elbakê ya Wanê bû.
Li Elbakê bi taybet li gêdûka Guzeldere, ku bajarên Wan û Colemêrg û Geverê pêkve girêdide û hinek caran havînê jî metirsîdar dibe, berf barî û rê qerrisî ji ber wê jî gelek otomobîl di rê de asê man.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin