Fermandarek behsa gendeliyên Serokê parlementoya Îranê dike.
Fermandarekî hêzên zirêvanên şoreşa Îranê bi nave Mehdî Tayib ku Fermandarê biryargeha Emar ya hêzên zirêvanên şoreşa Îranê ye, di tomareke dengî de behsa gendeliyên malbeta Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Baqir Qalîbaf kiriye.
Mehdî Tayib ku di heman tomara dengî de li xwe mokir hatiye û gotiye ku navendên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Îraqê ji aliyê me ve hatine bordimankirin, diyar kiriye ku malbeta Mihemed Baqir Qalîbaf pereyên xelkê Îranê birine û li Tirkiyeyê xanî ji xwe re kirine.
Nav hatî herwiha behsa diziyên zarok û korên Serokê berê yê civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî kiriye û ragihandiye ku her du korên Şemxanî jî li Tirkiyeyê bi pereyên xelkê Îranê gelek xanî ji xwe re kirîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin