Li Tirkiyeyê buhayê nanê dîsa giran bû

buhayê her nanekê niha 2.50 heta 2.75 lîreye
کوردستان TV
100%

Qirîza darayî û bandora vê ya li ser rewşa Tirkiyeyê berdewame.

Li gor nûçeyeke malpera înternethaber ya Tirkî, îro bi qasî 50 qirûşan buhayê nanê hatiye girankirin û bi vê awayî buhayê her nanekê ji 200 lîreyan bûye 2.50 lîre.

Ev cureyên nanê yên ku beriya niha buhaya wan 2.25 lîre bû niha bûye 2.75 lîre.

Odeya nanewaxaneyên Melatiyeyê jî dibêje vê nan bi 300 lîreyan were firotin.

Ji aliyeke din ve îro rixmî ku borseya Tirkiyeyê daxistiye lê buhayê lîreya Tirkî dîsa dabezî û buhayê yek dolar li hember lîreya Tirkî gehêşte 14 lîre û 94 qirûşan.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.