Rûsye peyameke metirsîdar dide cîhanê

piştî 12 salan ev cara ewile ku ev balefir dest bi liv û tevgeran dike.
کوردستان TV
100%

Balefire xwe yê bordimana etomî xiste tevgerê.

Şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê didome û zextên cîhanî jî yên li ser Rûsyeyê her ku diçe zêdetir dibin.

Di vê çarçoveyê de çapemeniya cîhanî belav kir ku, Rûsye berdewame li ser gefên xwe yên bo bikar anîna çekên etomî.

Di vê çarçoveyê de malpera Uronews belav kiriye ku Rûsye gefên xwe yên bo bikar anîna çekên etomî didomîne û bo vê yekê jî piştî 12 salan bo cara ewil bi Fermana Serokê Rûsyeyê balefira Rûsî ya taybet bi bordimanên etomî dest bi firînên xwe yên nizim li ser esmanê Moskowaya payetxa Rûsyeyê kiriye.

Hin pispor jî dibêjin ku liv û tevgerên vê balefirê tenê bo salvegera pîroziya Rûsyeyê ya li hember Almanyayê ye ku vê roja duşemê bo vê mebestê li meydana Sor ya Moskowayê aheng werin organîzekirin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.