Wezareta derve ya Amerîkayê derbarê bernameya etomî ya Îranê de daxuyanî da.
Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku danûstandinên navbera welatên cîhanê û Îranê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê negehêtine ti encamekê û Îran naxwaze li ser vê mijarê rêkeftineke nû li gel welatên cîhanê îmze bike.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê dest bi amadekariyên xwe yên bo bernameyeke nû ya bo piştî negehêştin bi rêkeftinê derbarê bernameya etomiya Îranê de kirine.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku Amerîka û hevpeymanên Amerîkayê bo her du haletan xwe amade kiriye lê heta niha tişta ku diyare ewe ku Îran naxwaze xwe nêzî rêkeftineke nû bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin