Li derdorê Kharkivê artêşa Rûsyeyê neçarç paşkeşiyê bûye.
Rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihandine ku di çarçoveya şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de, artêşa Ukraynayê bi berdewamî derbên dijwar li Rûsyeyê died.
Li gor daxuyaniya rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê, di nava 24 seatên derbasbûyî de artêşa Ukraynayê kariye zêdetir ji 11 gundên derdorê bajarê Kharkivê ji destê artêşa Rûsyeyê rizgar bike û gelek leşkerên Rûsî jî hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve duhê jî Serokê Amerîkayê Jeo Biden diyar kiribû ku mûşekên antitank yên Amerîkî karîne hevsengiya şer li Ukraynayê biguhere û bi saya wan mûşekan Ukrayna kariye derbên gelek dijwar li artêşa Rûsye bi taybetî yekîneya tankan ya Rûsyeyê bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin