NY: Lazime pêşiya wan êrîşan were girtin

dibêje lazime rê li ber wan aliyên ku dixwazên asayîşê têk bibin were girtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev êrîşa han bûye cîhê dilgiraniyê.

Nuneratiya Netewên Yekgirtî ya li Îraqê derbarê êrîşa duhê bişev ya bo ser qezaya Xebat û Kewirguskê ya li Hewlêrê de, ev êrîşa han bi tundî mehkûm kiriye.

Di daxuyaniya nuneratiya NY de hatiye eşkere kirin ku ev êrîşa han bo ser rafîneyên petrolê di şeva cejnê de cîhê dilgiraniya meye.

Nuneratî herwiha daxwaz ji hikûmeta Îraqê û aliyên din yên têkildar kiriye daku bi hemahengî rûbirûyê wan kes û aliyan bibin ku dixwazin aramî û asayîşa deverê têk bibin.

Weke tê zanîn duhê bi şev komên çekdar êrîşî ser devera Xebat û Kewirguskê kiribûn û 6 mûşek avêtibûn deverê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.