Tirkiye daxwazeke Misirê bicîh anî

Erdogan jiber Misirê pişt li komela Îxwan Muslêmîn jî kir.
کوردستان TV
100%

Erdogan pişt li hevparên xwe yên Misirî kir.

Di çarçoveya hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Misirê de, Tirkiye dest kiriye bi bicîhanîna şer û mercên Misirê.

Di vê çarçoveyê de, hate ragihandin ku li ser fermana Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan, kanala fermî ya îxwan Muslêmîn ya Misirê, Mekameleen ku li Tirkiyeyê weşandê dikir û organa fermî ya îxwanan bû, hatiye daxistin.

Rayedarên kanala han jî diyar kirine ku neçar mane kanala xwe ya li Tirkiyeyê daxin û studiyoya xwe bo welateke din veguhêzin.

Opozîsyona Tirkiyeyê jî dibêje ev pêngava han vê yekê îsbat dike ku Erdogan jiber berejwendiyên xwe yên taybetî, weke çawe jiber Îsraîlê pişt li Hemas û Felestînê kir bi heman awayî jî pişt li îxwan Muslêmîn kiriye.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.