Îdam kirin li Îranê zêde bûye

piraniya welatiyên ku têne îdamkirin Kurdin.
کوردستان TV
100%

Di salekê de sedî 25 zêde bûye.

Li gor zaniyariyan ku ji aliyê çend navendên dijî îdamê ve hatine belavkirin, li Îranê cîhbicîh kirina cezaya îdam kirinê zêde bûye.

Navendên cîhanî yên dijî îdam kirinê ragihandin ku di sala 2021an de li Îranê cîhbicîh kirina cezaya îdam kirinê sedî 25 zêde bûye.

Saziyên han diyar kirine ku di sala 2020an de rejîma Îranê 267 kes îdam kiriye lê di sala 2021an de ev hijmara han sedî 25 zêde bûye û bûye 333 kes.

Weke tê zanîn li gor raporta navenda mafên mirovan ya ser bi NY kesên herî zêde li Îranê têne îdamkirin welatiyên Kurdin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.