Dibêje hîn nediyare ka artêşa Îraqê dijî komên çekdar operasiyonê dike an na?
Aloziyên li Şingalê berdewamin û ev çend roje artêşa Îraqê jî dest kiriye bi veguhastina hêzeke zêde bo vê deverê.
Di vê derbarê de Berpirsê partiya demokrata Kurdistanê ya li Şingalê Silêman Hesen eşkere kiriye ku, ev çend roje artêşa Îraqê çekên giran û hêzeke zêde veguhastiye Şingalê, armanca wan jî kontrol kirina temamiya sînorên navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê ye û ev yek jî vê bandoreke mezin li ser rewşa herêma Rojavayê Dîcleyê dike.
Silêman Hesen herwiha eşkere kiriye ku niha hêzeke zêde ya Îraqê çûye ser çiyayê Şingalê ne nediyare ka gelo li dijî komên çekdar yên li wir dest bi operasiyonê dike an na?
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin