Şahzadeyên Siûdî milk û malên xwe difiroşin

heta niha li Amerîkayê zêdetir ji 600 miliyon dolar milk û mal ji xwe re kirîne.
کوردستان TV
100%

Ji tirsa Şahzade Bin Selman vê yekê dikin.

Li gor nûçeyeke BBC şahzade û zengînên Erebistana Siûdî ji tirsa şahzade Bin Selman dest bi firotina keştî û mal û milkên xwe difiroşin.

Şahzade Bin Selman ev demêke dest kiriye bi pêngav avêtin derbarê xerciyên zêde yên şahzadeyên Siûdî û dixwaze pêşiya wan bigire.

Ev pêngava Bin Selman bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şahzade û zengînên Siûdiyeyê lewre ev li Siûdiyeyê milk û malên xwe difiroşin û li derveya Siûdiyeyê milk û malk ji xwe re dikirin.

Ji aliyeke din ve rojnameya WSJ ya Amerîkî jî belav kiriye ku tenê di wan demên dawî de şahzadeyên Siûdî zêdetir ji 600 miliyon dolar mal û milk li Amerîkayê kirîne.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.