Nakokiyên nava rayedarên Îranê zêdetir dibin

keseke gelek nêzî Xamneyî ji endamtiya komîsyonekê hatiye avêtin.
کوردستان TV
100%

Keseke gelek nêzî Xamneyî ji komisyonekê hate avêtin.

Li gor biryara civata wezîran ya Îranê, Fermandarê berê yê spaha Pasdaran û kesê herî nêz yê Rêberê şoreşa Îranê, Muhsên Rezayî ji karê xwe di nava komîsyona karûbarên abûrî de hatiye avêtine.

Muhsên Rezayî û Îbrahîm Reîsî ku her du nêzî Xamneyî ne û serdemek di nava yek enî de bihevre kar dikirin, niha piştî ku Reîsî bûye Serokkomar, nakokiyên navbera wan zêde bûne û di encama wan nakokiyan de bi biryara Îbrahîm Reîsî, Muhsên Rezayî ku serdemek jî Serokê parlementoya Îranê bûye, ji endamtiya komîsyona karûbarên abûrî ya Îranê hatiye avêtin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.