Sefîn Dizeyî: Brîtanya li gel hikûmeteke bihêz ya Kurdistaniye

şanda Kurdistanî bi Serokatiya Serokwezîr 3 rojan li Brîtanyayê bû.
کوردستان TV
100%

Dibêje Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Berpirsê fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê serdana şanda Kurdistanî bo Brîtanyayê ya bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku serdana han serdaneke serkeftî û erênî bû.

Sefîn dizeyê eşkere kiriye ku di çarçoveya serdana han de Serokwezîrê Kurdistanê çend civîn û hevdîtinên curbicur li gel rayedarên Brîtanyayê pêk aniye û di nava wan civîn û hevdîtinan de behsa çend mijarên girîng y ên rojevê, rewşa Kurdistan û deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de hatiye kirin.

Dizeyî herwiha daye xuyakirin ku di tevahiya civîn û hevdîtinan de, rayedarên Brîtanî tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Brîtanyayê bo Kurdistanê kirine û ev yek dîsa dubare kirina ku Brîtanya li gel hikûmeteke bihêz ya Kurdistaniye li deverê de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.