Li Swêdê daxwaza daxistina mizgeftan tê kirin

di proje qanûnê de daxwaz tê kirin mizgeft û debistanên misilmanan werin daxistin.
کوردستان TV
100%

Partiya demokrat ya Swêdê proje qanûnek daye parlementoya vê welatî.

Di çarçoveya qirîza şewitandina Quranê ya li Swêdê de, partiya demokrat ya Swêdê proje qanûneke nû daye parlementoya vê welatî.

Di proje qanûna han de, partiya demorkratan daxwaz kiriye daku bo parastina selametiya civaka Swêdê, mele li Swêdê werin derxistin, mizgeft û debistanên taybet bi misilmanan jî bi temamî werin daxistin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî li Swêdê quran hatibû şewitandin û ev yek jî bibû sedema aloziyên mezin li vê welatî.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.