Li Îstenbûlê êrîşeke din pêk hat

duhê jî li Bursa êrîşeke din pêk hatibû û polîsek hatibû kuştin.
کوردستان TV
100%

Zirarên canî yên êrîşê tunene.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro pêncşem li taxa Osmangazî ya li Îstebûlê bi bombeyan êrîşî ser navenda TUGVA ( weqfa ciwanên Tirkiyeyê) hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, bombeyek li ber derî û dîwarê vê navendê hatiye teqandin lê ti zirarên canî yên vê êrîşê nebûne.

Weke tê zanîn duhê jî li Bursayê êrîşî ser paseke veguhastina karmendên girtîgehê hatibû kirin û di encam de polîsek hatibû kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bibûn.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.