Rayedarekî Îsraîlî dibêje Amerîka bi ti awayî spaha Pasdaran ji lîsteya terorê dernaxe.
Di demekê de ku Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî û şanda danûstandinkar ya Îraqê mercê sereke yê Îranê bo îmze kirina rêkeftineke nû derbarê bernameya etomî ya Îranê de, bi derxistina navê spaha Pasdaran ji lîsteya terorê, diyar kiribû, lê Amerîka û civaka cîhanî jî vê yekê red dikin û dibêjin ku ne amadene spaha pasdaran ji lîsteya terorê derbixin.
Her li ser vê mijarê, rayedarekî Îsraîlî jî diyar kiriye ku Serokê Amerîkayê ji wan re gotiye ku Amerîka bi ti awayî ne amadeye ku spaha Pasdaran ji lîsteya terorê derbixe.
Ev rayedarê Îsraîlî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike diyar kiriye ku, Amerîka gotiye ku mijara danûstandinên bernameya etomî mijareke cuda û mijara terrorist bûna spaha Pasdaran jî mijareke dine û em ne amadene ku spaha Pasdaran ji lîsteya terorê derbixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin