Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Serokwezîrê Kurdistanê civînên xwe yên li Brîtanyayê didomîne.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel wezîra dewleta Brîtanyayê bo karûbarên Asya û Rojhilata Navîn civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 19ê Nîsana 2022an li Londonê li gel wezîra dewlet ya Brîtanyayê ya bo karûbarê Asya û Rojhilata Navîn Amanda Mealing civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên li Îraq û hewlên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û derfetên pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.

Di mijareke din ya civînê de me giftûgo derbarê reformên hikûmeta herêma Kurdistanê di tevahiya waran de kir û di vê warê de wezîra dewlet ya Brîtanyayê ya bo karûbarên Asya û Rojhilata Navîn piştîvaniya welatê xwe bo hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.