Dibêje zehmete ku F35 radestî Tirkiyeyê werin kirin.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price li ser mijara radest kirina balefirên şer yên F35 bi Tirkiyeyê ragihand ku ev mijar niha hatiye daxistin û ez bawerim gelek zehmete ku ev balefir radestî Tirkiyeyê werin kirin lê dema bernameya F35an dîsa bibe roje, vê nîqaş jî li ser vê mijarê were kirin.
Ned Price herwiha diyar kiriye ku balefirên F35 û sîstema berevaniya mûşekî ya S400 du tiştên dijî hevin û nikarin bihevre li cîhekê bibin, lewre me weke Amerîka dilgiraniyên xwe li hember vê mijarê bi eşkere ji rayedarên Tirkiyeyê re rave kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin