Rêjeya giranî li Îranê sedî 50 derbas kiriye.
Mijara giranî û qirîza darayî ya li Îranê gehêştiye asteke metirsîdar û rayedarên Îranê jî li hember vê mijarê heta niha ti gavek neavêtine.
Hikûmeta niha ya Îranê li ser mijara qirîza darayî û giranî, hikûmetên berê yê Îranê tawanbar dike û dibêje siyasetên şaş yên wan hikûmetan bûne sedema qirîza darayî û giranî.
Hevdem hinek ji rayedarên hikûmetê berê jî berpirsiyartiya qirîza darayî û giranî dixin stuyê Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî û spaha pasdaran û eşkere dikin ku ev dest danîne ser darayiya welat û kes nizane ka çi ji vê darayiyê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin