Dibêje AKP sûriye tevlîhev kir.
Serokê partiya Seadetê yaku li gel AKP xwedan yek rêçik û yek bingeha îdeolojîkin, rexne li hikûmeta AKPê dike.
Serokê partiya Seadet Temel Karamollaoğlu di dema beşdarî kirin di bernameyeke kanaleke televizyonî ya Tirkiyeyê de behsa rewşa Sûriyeyê kir û ragihand ku ev neçarin hewl bo vê yekê bidin daku rewşa Sûriyeyê baş be û koçberên Sûrî vegerînin cîhên xwe lê heta rewş baş nebe nikarin vê yekê bikin.
Temel Karamollaoğlu eşkere kiriye ku pêngavên yekem yên tevlîhev kirina Sûriyeyê ji aliyê rejîma AKPê ve hatine avêtin û niha gelek kesên tundrev yên ji Sûriye û Asyaya Navîn ku karê wan yê sereke Şivaniye, li Tirkiyeyê kom bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin