Li hezar û 500 gundên Loristanê pirsgirêka avê heye

rejîma Îranê jî ava vê parêzgehê vediguhêze bo parêzgehên navend yên Îranê.
کوردستان TV
100%

Hezar û 500 gundên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê îsal pirsgirêka ava vexwarinê hene. Di demekê de ku her sal 13 milyar û 500  milyon metre sêca ava Loristanê bo parêzgehên navenda Îranê tê veguhestin.

Li gor nûçeyeke rûdawê Rêveberê giştî yê av û averoyên parêzgeha Loristanê ev amar û zanyarî piştrast kirine. Saziyên Dewleta Îranê dibêjin “Îsal ava jêrzevî ya Loristanê %76 kêm bûye. Asta wê avê 2 metre daketiye. Ava bendavan jî 16  milyar metrê sêca kêm bûye.”

Loristan piravtirîn parêzgeh e li ser asta Îranê. Lê îsal gelek kêm baran lê bariye. Veguhestina avê ji wê parêzgehê ve bo navenda Îranê jî her wek salên berê berdewam e.

Eger pirsgirêka ava vexwarinê ya gundên Loristanê neyê çareserkirin, wê ajeldarî û çandinî bikeve metirsiyeke cidî.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.