YPG dest danî ser çend navendên rejîmê

nêzî mehekê ye ku rejîm dorpêç daniye ser şêniyên taxa Şêx Meqsûd.
کوردستان TV
100%

YPG li dijî dorpêçan ev gava han avêtiye.

Li gor zaniyariyên berdest, îro pêncşem hêzên ser bi YPG li Qamîşlo û çend navçeyên din yên Rojavayê Kurdistanê dest daniye ser çend navendên curbicur yên rejîma Sûriyeyê.

Hate zanîn ku YPG ev yek weke bersif dayîna dorpêçên rejîmê yên li ser şêniyên taxa Şêx Meqsûd, kiriye.

Hate zanîn ku çekdarên ser bi rejîma Esed bêyî ku ti berxwedanek bikin ev navendên han radestî hêzên YPG kirine.

Weke tê zanîn ji 13ê Adarê ve heta niha rejîm dorpêç daniye ser şêniyên taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.