Spaha pasdaran gef li Tirkiyeyê dike

Îran dibêje em rê nadin Tirkiye û Azerbayican sînorên Ermenistanê biguherin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê rê nedin Tirkiye û Azerbayicanê ku sînorên navnetewî biguherin.

Spaha pasdaran ya Îranê bi weşandina çend dêmenên taybet bi teqandina mûşekan li dor kêşeyên navbera Azerbayican û Ermenistanê de gef li Tirkiyeyê kiriye.

Spaha pasdaran diyar kiriye ku vê bi ti awayê rê nedin ku Îran û Azerbayican sînorên navnetewî yên Îran û Ermenistanê biguherin.

Spahê herwiha eşkere kiriye ku vê bi tevahiya hêz û karînên xwe ve li dijî cîhbicîh kirine her planeke wisa raweste û planê pûç bike.

Weke tê zanîn jiber şerê navbera Ermenistan û Azerbayicanê nakokiyên mezin di navbera Îran û Tirkiyeyê de derketibûn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.