Xwepîşandan li dijî Îranê hatin kirin.
Duhê li seraserê Efxanistanê ku niha di bin hikmê Talibanê deye, li dijî rejîma Îranê xwepîşandanên berfire yên grseyî hatin organîzekirin.
Sedema xwepîşandana Efxaniyan dijî Îranê ewe ku rejîma Îranê sivêkatî bi Penaberên Efxanî yên li Îranê kiriye.
Efxaniyên xwepîşander Konsulusxaneya Îranê ya li bajarê Heratê dane ber berdan û gelek zirarên mezin gehandine Konsulusxaneya Îranê.
Xwepîşanderên Efxanî li berdem Konsulusxaneya Îranê diyar kirin ku ev ti cîraneke weke Îranê naxwazin û lazime rejîma Îranê weke mirovan li hember penaberên Efxanî tev bigere.
Taliban jî ewlekariya xwepîşanderan diparastin û pişt re jî bi fermana Talibanê xwepîşandan bi dawî hat.
weke tê zanîn beriya çend rojan di medyaya sosyal de çend dêmen hatibûn weşandin ku nîşan didan hêzên Îranî çawe sivêkatî bi Penaberên Efxanî dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin