Civata leşkerî ya herêma Cizîre dibêje Tirkiye amadekariyên xwe dike.
Civata leşkerî ya herêma Cizîre ragihand ku li gel mişxûl bûna raya giştî ya cîhanê bi şerê navbera Rûsye û Ukraynayê re, Tirkiye bo operasiyonên nû li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekariyên leşkerî kiriye.
Li gor civata leşkerî ya herêma Cizîre, artêşa Tirkiyeyê bo ku operasiyonên nû li deverê de lidar bixe, dest bi amadekariyên pêwîst kiriye û rojane artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê bo topxaneyên xwe, gundewarên devera Zirgan û Til Temerê topbaran dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin