Dibêje me bi sedan rêkeftin li gel Îraqê îmze kirine lê ti encama wan nebûye.
Li gor dêmenê ku di nava parlementoya Îranê de hatiye belav kirin, parlementereke vê welatî, di dema nîqaş kirin li ser mijara rêkeftinekê li gel Îraqê de, rexne li Îraq û Îranê digire.
Ev parlementerê Îranî dibêje me heta niha bi sedan rêkeftin li gel ev dewleta han ya Îraqê îmze kirine lê ti encama wan rêkeftinan nebûye lewre nabe rêkeftineke din were îmzekirin.
Ev parlementer herwiha dibêje Îraq û rayedarên Îraqî xwedan tundtirîn û qirêjtirîn helwestin li hember welatiyên Îranî bi taybetî ewin ku bo serdana cîhên olî diçin Îraqê. Demek beriya niha hijmarek welatiyên Îranî çûne Îraqê bi rêya balefirxaneyan lê rastî gelek sivêkatiyan hatin û nabe ev were qebûlkirin û lazime Îran heybeta passport û welatiyên xwe vegerîne û berevanî ji wan bike.
Ev lînka gotara parlementerê Îraniye
https://youtu.be/gZO9a_VI5g0
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin