Îran huşdarî dide Îmaratê

dibêje Îran amadeye di her warî de têkiliyan li gel Îmaratê pêşde bibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje normal kirina têkiliyên we li gel Îsraîlê gefeke mezine.

Li gor çapemeniya Îranê, wezîrê derve yê vê welatî Husên Emîrebdulahiyan di peywendiyeke telefûnî de li gel hevpîşeyê xwe yê Îmaratî Şêx Ebdulah Bin Ziyad Elnehiyan, behsa çend mijaran bi taybetî têkiliyên navbera Îran û Îmaratê kiriye.

Her di heman peywendiya telefûnî de wezîrê derve yê Îranê jiber normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Îmaratê, rexne li Îmaratê kiriye û huşdarî daye vê welatî û gotiye normal kirina têkiliyan li gel Îsraîlê metirsiyeke mezine bo ser Îmaratê.

Emîrebdulahiyan diyar kiriye ku Îsraîl çavkaniya sereke ya aloziyên deverê bûye û niha jî bi heman awayî çavkaniya aloziyane.

Emîrebdulahiyan herwiha ji hevpîşeyê xwe yê Îmaratî re gotiye ku Îran amadeye di her warî de têkiliyên xwe li gel Îmaratê pêşde bibe.

Weke tê zanîn di çarçoveya rêkeftina Îbrahîm ya di navbera Amerîka, Îsraîl û welatên Erebî de, gelek welatên Erebî têkiliyên xwe li gel Îsraîlê normal kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.