Di êrîşê de herî kêm du mele hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Îranê, duhê êwarê li cîheke olî ya li bajarê Meşhedê ya li Rojhilatê Îranê, kesek bi kêran êrîşî ser komeke meleyan kiriye.
Di encama êrîşa han de herî kêm du mele hatine kuştin û rewşa tendirostî ya meleyeke din jî gelek dijware û niha di bin çavdêriya nûjdarî deye.
Derbarê nasnameya êrîşkar de heta niha ti zaniyarî nehatine belavkirin.
Ji aliyeke din ve piştî şewitandina peykerê Xomeynî li bajarê Qum, duhê dîsa peykerê Xamenyî jî li heman bajarê hate şewitandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin