Dibêje emê çekê etomî bikar bînin.
Xuşka Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-un daxuyaniyeke balkêş daye û gef li Koreya Başûr kiriye.
Li gor çavkaniyên nûçeyan xuşka Serokê Koreya Bakûr Kim Jong-un diyar kiriye ku eger hat û pevçûn di navbera her du beşên Kore de qewmî anjî Koreya Başûr bi piştîvaniya hevpeymanên xwe êrîşî ser Koreya Bakûr kir vê demê em dikarin ku çekên etomî li dijî Koreya Başûr bikar bînin.
Ev daxuyaniya han piştî vê yekê tê ku wezîrê berevanî yê Koreya Başûr diyar kiribû ku eger heye em bo pêşî girtin ji aloziyan dest bi êrîşên muhtemel bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin