Dibêje nabe HDP beşdarî di civînên opozîsyonê de bike.
Amadekariyên part û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê bo hêlbijartinan destpê kirine û di vê çarçoveyê de jî opozîsyona Tirkiyeyê ku hevpeymaniya Millet bi pêşengiya CHPê pêk aniye liv û tevgerên xwe zêdetir kiriye.
Seroka IYI partî Meral Akşener ku partiya vê jî endameke hevpeymaniya millet, gef li opozîsyonê dike û dibêje navbe xwe nêzî HDPê bike û nabe HDP beşdarî di ti civîneke opozîsyonê de bike.
Akşener eşkere kiriye ku eger HDP beşdarî di civînên opozîsyonê de bike vê IYI partî beşdarî di wan civînan de neke.
Weke tê zanîn 6 partiyên opozîsyona Tirkiyeyê heta niha 3 caran civînên hevbeş lidar xistine lê HDP dawetî wan civînan nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin