Amerîka zextên xwe yên li dijî Rûsyeyê zêdetir dike

Amerîka dibêje Rûsye tawanên cengî li Ukraynayê kiriye.
کوردستان TV
100%

Amerîka dixwaza Rûsye ji saziyeke cîhanî derbixe.

Zextên Amerîkayê yên li dijî Rûsyeyê jiber şerê Ukraynayê her diçe zêdetir dibin.

Di vê çarçoveyê de nûnerê hertimî yê Amerîkayê li civata ewlekariya Netewên Yekgirtî daxwaz kiriye ku Rûsye ji nava saziya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî were derxistin.

Nûnerê hertimî yê Amerîkayê di daxwaznameya xwe de diyar kiriye ku Rûsye li Ukraynayê gelek tawanên mezin yên dijî însanî pêk aniye û bi giştî li dijî mafên mirovane lewre lazime cîhê Rûsyeyê di nava saziya mafên mirovan de nemîne.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.