Naftali Bennett: Bila welatiyên me baldar û amade bin

Serokwezîrê Îsraîlê daxwaz ji xelkê dike çek hilgire.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê dibêjin egera êrîşên zêdetir heye.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di civîneke xwe de ya li gel aliyên têkildar yên ewlekariya navxwe ya Îsraîlê yaku li navenda Şîn Beyt lidar xistibû, huşdarî da welatiyên Îsraîlê.

Naftali Bennett eşkere kiriye ku em li benda gelek êrîşên cudane, lewre lazim welatî amade û baldar bin û her kes ku dikare ji xwe re çek hilgire.

Bennett herwiha diyar kiriye ku aliyên têkildar yên ewlekarî tevahiya hewlên xwe yên bo pûç kirina êrîşan bi tevger kirine lê lazime welatî jî hevkariya aliyên têkildar bikin daku bihevre bikaribin êrîşan pûç bikin.

Nav hatî diyar kiriye ku heta niha hêzên ewlekarî yên Îsraîlî jiber operasiyonên ku li deverên curbicur lidar xistine karîne gelek êrîşên ser xelkê Îsraîlê pûç bikin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.