Rewşa Tehranê gelek metirsîdar bûye

heta niha rayedarên Îranî ti tedbîrek li hember rewşa han nestendine.
کوردستان TV
100%

Erdê Tehranê rojbiroj zêdetir kûr dibe.

Endamê komîsyona bajardariya Tehranê Mihemed Aqaemîrî ragihandiye ku rewşa cografî ya Tehrana paytexta Îranê gelek metirsîdar bûye û rayedar jî heta niha ne ti tedbîr sitendine û ne jî ti şîret dane şêniyên Tehranê.

Mihemed Aqaemîrî herwiha diyar kiriye ku rixmî erdheja çavlirê ku tê payîn li Tehranê biqewme, niha rojbiroj rewşa cografî ya Tehranê metirsîdartir dibe û erdê Tehranê rojbiroj zêdetir kûr dibe û dişemite.

Nav hatî eşkere kiriye ku asta kûrbûna erdê li Başûr û Başûrê Rojavayê Tehranê gelek zêde bûye û bûye cîhê metirsiyên gelek mezin bo ser jiyana şêniyên wan deveran.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.