Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayî li xelk dike û huşdarî jî dide bazirganan.
Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê bi boneya hatina Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike.
Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Cotiyar Adil ragihandiye ku hikûmeta Kurdistanê di meha Remezanê de bi tundî çavdêriya bazarê dike û bo ku buhayê tiştan li ser xelkê neyê girankirin, tîmên taybetî bi berdewamî çavdêriya bazarê dikin.
Adil herwiha diyar kiriye ku, ev kesên ku buhayê tiştan di meha Remezanê de giran bikin vê bi tundî werin cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin