Ukrayna taktîk guhert û dest bi êrîşan kir

Ukrayna duhê navendeke mezin ya petrol û sûtemeniyê ya Rûsyeyê jinav bir.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji mehêke şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de berdewame.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihand ku ev taktîka şer guhertine û ji pozîsyona berevanî dev berdane û dest bi pozîsyona êrîş birine ser dijmin, kirine.

Di vê çarçoveyê de wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiriye ku bo cara ewil, kopterên Ukraynî di nava axa Rûsyeyê de operasiyoneke mezin kirine û êrîşî ser navendeke mezin ya petrolê li bajarê Belgorod ya Rûsyeyê kirine.

Di encama êrîşa han de ev navenda han yaku Ukrayna dibêje ya artêşa Rûsyeyê hetiye teqandin û şewitandin.

Heta niha aliyên Rûsî derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nedane.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.