Daxwaza guhertina tîma danûstandinkar ya Îranê tê kirin

dibêje tîma danûstandinkar xetên sor yên Îranê binpê kiriye.
کوردستان TV
100%

Kesekî nêzî Xamneyî dibêje xetên sor yên me hatin binpêkirin.

Parlementerekî parlementoya Îranê ku kesekî nêzî Rêberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyiye, di gotareke xwe de rexneyên gelek dijwar ji tîma danûstandinkar ya bernameya etomî ya Îranê girtiye.

Ev parlementerê han yê ku navê wî Mehmûd Nebeviyane, ragihandiye ku tîma danûstandinkar ya bernameya etomî ya Îranê, tîmeke lawaze, dev ji xetên sor yên Rêberê Îranê berdaye û bûye sedem ku hem danûstandinên etomî bêencam bin û him jî xetên sor yên Îranê werin bipêkirin.

Nav hatî diyar kiriye ku lazime bi ti awayî bawerî bi welatên Rojavayî neyê kirin û Îran tîmeke nû bo danûstandinê li gel welatên Rojavayî diyar bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.