Piraniya wan jiber êrîşên çekdarên Îranî bûne qurbanî.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku di meha Adarê de li ser sînorên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi giştî 33 Kolberên Kurd bûne qurbanî.
Li gor navenda mafên mirovan, sedî 43 ji wan bûyeran jiber êrîşên raste rast yên çekdarên Îranê li ser sînorên navbera her du beşên Kurdistanê bûne qurbanî.
Hengawê herwiha eşkere kiriye ku di meha Adarê de 2 Kolber hatine kuştin û 31 Kolberên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin