Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Amerîka dibêje em piştîvaniya Kurdistaneke aram û bihêz dikin.
کوردستان TV
100%

Roja çarşem 30.03.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Di hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê ji bilî dûpatkirina palpiştiya welatê xwe ya ji bo aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê tekez li wê yekê kir ku Amerîka xwazyarê eweye hikumeta nû ya Iraqê hikumeteke bihêz bê, pêzanînên xwe jî ji bo rola Serok Barzanî ya li damezrandina Herêma Kurdistan û Iraqa nû û proseya siyasiya Iraqê hebû.

Di beşeke vê hevdîtinê de di derbarê gef û astengiyên li ber proseya siyasî û guşara li ser aliyên siyasiyan yên ji bo sernegirtina rêkarên desturî û demokratiyên li nav proseya siyasiya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin û di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê Serok Barzanî ragihand ku ji bo rasterêkirina rewşa Iraqê pêwîste Encûmena Nûneran û damezraweyên wê dûrî li her cûre guşarek bi erkê xwe yên xwezayî rabin û bingehên şeraket û tewazun û destûrê bi cîh bikin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.