Roja çarşem 30.03.2022 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê luxsemburgê Jean Asselborn kir.
Di civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û qeyranên cîhanî û sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Di derbarê rewşa Iraqê de her du alî hêvî xwestin astengên li ber proseya siyasiya Iraqê nemîne û Hikûmeta nû ya Iraqê hikûmeteke berpirsiyar bê li beranber kêşeyan û destûrê bi cîh bike.
Rewşa Êzdiyan û koçberên Şingalê mijarên dinê vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin