Beriya 75 salan li Mehabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye îdamkirin.
Yekem Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ku li bajarê Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê ragihandibû, berbanga roja 30ê Adara 1947an piştî êrîşeke berfire ya rejîma Îranê bo ser Komara Kurdistanê, hat darvekirin.
Qazî Mihemed û hevalên wî li meydana Çarçira ya li Mehabadê ji aliyê rejîma vê demê ya Îranê ve hatiye darvekirin.
Qazî Mihemed sala 1946an bi hevkariya Mele Mistefa Barzanî li Mehabadê Komara Kurdistanê ragihandibû, lê salek derbas bû ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anî û Qazî Mihemed û hevalên wî îdam kir.
Pêşewa sala 1900an li bajarê Mehabadê di nava malbeteke naskirî de jidayik bibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin