Keseke çekdar êrîşî ser xelkê kiriye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê direngiya şeva derbasbûyî li Tel Avîva paytexta Îsraîlê keseke çekdar êrîşî ser du cîhên giştî kiriye.
Di encama êrîşa han ya terorîstî de yaku li navçeya Benî Barack ya li Tel Avîvê pêk hatiye herî kêm 5 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Îsraîlê terorîstê ku ev êrîşa han pêk aniye ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye kuştin.
Weke tê zanîn du roj beriya niha bûyereke din ya bi vê rengî li Îsraîlê qewmî bû û DIŞI berpirsiyartiya bûyerê dabû ser xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin