Boriya gazê bo Dihukê tê rakêşan

bi rakêşana boriya han hêlbirîna elektirîkê gelek zêde dibe.
کوردستان TV
100%

Vê 1000 megavat elektirîk zêde bibe.

Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku karên projeya rakêşana boriya gazê ji Hewlêrê bo Dihukê berdewamin.

Li gor daxuyaniya wezareta elektirîkê, bi rakêşana boriya han vê hêlbirîna elektirîkê zêde bibe û bi qasî hezar megavat hêlbirînê elektirîkê zêde bibe.

Ev boriya han bo wan navendên hêlbirîna elektirîkê yên li Dihukê tê rakêşan ku bi gazê kar dikin.

Weke tê zanîn li Dihuk û derdorê çend navendên hêlbirîna elektirîkê hene ku bi gazê kar dikin lê heta niha jiber nebûna gazê rawestiya bûn.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.