Serokwezîrê Kurdistanê di komcivînê de gotarek pêşkêş kir.
Îro li Dubayî bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komcivîna cîhanî ya hikûmetan destpê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê komcivînê de beşdarî di panelekê de kir û gotarek jî pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa Kurdistanê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî.
Mesrûr Barzanî derbarê beşdariya xwe di komcivînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;
Îro sêşem 29ê Adarê me beşdarî di panêleke komcivîna cîhaniya hikûmetan li Dubayî kir û behsa pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşhatên bazara enerjiya cîhanî, kêşe û têkiliyên li gel hikûmeta federalî û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin