Kurdistan û Îmarat têkiliyên xwe berfiretir dikin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê enerjiyê yê Îmaratê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 28ê Adara 2022an di çarçoveya komcivîna cîhanî ya enerjiyê ya li bajarê Dubayi li gel wezîrê enerjî û jêrxanê ya Îmaratê birêz Suheyil Mezûyî civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên Îraq û deverê, pêşde birina têkiliyên navbera Îmarat û herêma Kurdistanê û derfetên berfiretir kirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan di warê enerjî, cadeyên hatûçû û gehandin û veguhastinê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin