Cîhan dibêje vê pasdarên Îranî di nava lîsteya terorê de bimînin.
Di çarçoveya danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê yên derbarê bernameya etomiya Îranê de, rejîma Îranê daxwaz kiribû ku navê spaha pasdaran ji lîsteya terorê were derxistin û dorpêçên ser spahê werin hilweşandin û pişt re Îran amadeye rêkeftineke nû îmze bike.
Lê duhê nunerê Amerîkayê Robert Malley li ser navê welatên danûstandinkar ragihand ku welatên cîhanê bi ti awayî ev daxwaza Îranê qebûl nakin.
Robert Malley eşkere kiriye ku, eger rêkeftin li gel Îranê were îmzekirin jî lê welatên cîhanê bi taybetî Amerîka ne amadene ku navê pasdaran ji lîsteya terorê derbixin û dorpêçên ser spaha pasdaran hilweşînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin