Sala derbasbûyî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn girtin.
Li gor navenda mafên mirovan ya Hengawê, rejîma Îranê 5 welatiyên Kurd yên şêniyên bajarê Şino bi cezayên giran ceza kiriye.
Ev her 5 welatiyên han di Îlona sala derbasbûyî de ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatibûn girtin û bi hewldan li dijî rejîma Îranê hatine tawanbarkirin.
Ev her 5 welatiyên Kurdî piştî çend mehan eşkence li navendên îtlaatê, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve bi cezayên giran yên girtîgehê hatine cezakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin