Di nava 10 rojan de canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya fermî ya Îranê xelkê vê welatî îsal bi coşeke mezin pêşwaziya Newrozê kiriye lê xelk jî jiber bûyerên tirafîkê û nebaşiya cadeyan rastî zirarên gelek mezin hatiye.
Çapemeniya Îranê diyar kiriye ku di nava 10 rojên betlaniya Newrozê de herî kêm 390 welatiyan jiber bûyerên tirafîkê canê xwe ji dest dane û bi sedan welatiyên din jî birîndar bûne.
Rayedarên Îranî jî dibêjin ku sê sedemên sereke hene ku bûne sedema can ji dest dana ev hijmara han ya zêde, yek ji wan sedeman nebaşiya cadeyan, yeke din jî tund ajotin û evê din jî nebaşiya tirimbîlên Îraniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin