Ev cara yekeme Amerîka daxwaza dûrxistina Putin ji desthilatê dike.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden di çarçoveya serdana xwe ya bo Ewrûpayê de çû Polonya û li ser sînorê Ukrayna û Polonyayê li gel hijmareke leşkerên Amerîkî civiya.
Biden pişt re di konferanseke çapemenî de rexneyên tund li Serokê Rûsyeyê kir û ragihand ku Putin Qesabe û tawanên cengî kiriye.
Biden herwiha diyar kir ku lazime Putin ji desthilatê were dûrxistin.
Heta niha ev cara ewile ku Amerîka bi fermî daxwaza dûrxistina Serokê Rûsyeyê ji desthilatê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin